Li pêş Nexweşxaneya Kindî ya Humsê êrişa çekdarî

2 çekdaran li pêş Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humsê gule berdan xebatkarên tibî, di encamê de 4 xebatkar hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Li pêş Nexweşxaneya Kindî ya Humsê êrişa çekdarî
9 ÇILE, 2026   01:24
HUMS

Di êrişa çekdarî ya li pêş Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humsê de 4 xebatên tibî hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên destpêkê ku nûçegihanê me ji herêmê dane, 2 çekdaran li têketina nexweşxaneyê gule berdan xebatkarên tibî û reviyan, bi wê re Leyal Selûm, Mazin El Esmer, Zû El Feqar El Xidir û Elae Wenûs hatin qetilkirin û Usama Deyob birîndar bû.

Li bajarê Humsê li gel nebûna tedbîrên pêşîlêgirtina sûcan pêkanînên tundî û krîza ewlehiyê dewam dikin.

(fr)