Di çalakiyên dijî êrişên dagirkeriyê de banga hevgirtinê hat kirin

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê di çalakiyên cuda de xurtkirina berxwedan û hevgirtinê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

22 nîsan, 2024   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 16'ê Nîsanê ve li dijî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne. Di êrişan de balafirên şer, bêmirov û yên helîkopter û topan bi kar tîne.

Li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina van êrişan gelek çalakî hatin lidarxistin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Meclisa Rêveber, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî li hember wan êrişan hatin şermezarkirin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku nekeve xefka siyasetên qirêj ên qirkirina gelan û li dijî îxanetê PDK) bisekine.

HESEKÊ

Di heman çarçoveyê de şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê êriş şermezar kirin.

Meş ji Çerxerêya Hemamê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Çerxerêya Serhed ve bi rê ket.

Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî got: "Gerîla parêzvanên rûmet û şerefê û zarokên xaka Kurdistanê ne. Rûxandina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker jî nîşan dide ku hêzên me bi ser ketine."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mustefa Ehmed diyar kir ku dîroka dewleta Tirk a dagirker bi sûc û qirkirinên li dijî gelên aştîxwaz tijî ye.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê ji pêşiya hola 8'ê Adarê heta Qada Şehîdan, êriş şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Şehîd Gelhat Nehle Mustefa axivî û got: "Ne ji berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê bûya em nedigihîştin vê astê û me destkeftî bi dest nedixistin."

Nehle Mustefa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û îxaneta PDK'ê li dijî gerîlayan êriş dike.

Endamê PYD'ê Elî Mustefa diyar kir ku gerîlayan bi têkoşîna xwe hebûn û nasnameya Kurdî îsbat kir û xiyaneta PDK'ê jî beşek ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker e da ku yekitiya Kurdî ya niştîmanî têk bibe, ji ber wê jî pêwîst e li dijî vê xiyanetê bê sekinîn.

Meş bi silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(mh)

ANHA

HELEB

REQA

REQA

DERA ZORE

TEBQA

MINBIC

HESEKE