Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê

Di çalakiyên boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hat kirin.

Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bangên pêkanîna aştiyê
1 îlon, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (1’ê Îlonê) Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.

ŞEHBA

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekitiyên civaka demokratîk ên kantona Efrîn -Şehbayê daxuyaniyeke hevbeş da.  Daxuyanî li pêşiya avahiya TEV-DEM’ê ya li bajarokê Til Qirahê hat dayîn. Bi zimanê erebî ji aliyê endamê meclisa TEV-DEM’ê Mesûd Hacî Mihemed ve û bi zimanê kurdî ji aliyê hevseroka Yekitiya Esnafan Fehîme Kalo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker tecrîd û cezayên "dîsiplînê" li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van sûcan, qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberr Abdullah Ocalan hat kirin.

HELEB

Li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî daxuyaniyek ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Ewaş Mihemed ve hate xwendin de banga pêkanîna wekheviyê, azadiyê, edaleta civakî û aştiyê li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê hate kirin.

ŞAM

Li paytexta Sûriye Şamê jî bi boneya 1’ê Îlonê civînek hate lidarxistin. Di civînê de berdevka Kongra Star Newroz Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî jinan hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hember van êrişan bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi  fikr û felsefeya wî têkoşînê bidomînin.

REQA

Li bajarê Reqayê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek da. Endama Komîteya Perwerdeyê Ala El Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rêber Abdullah Ocalan, jin tovika aştiyê dît ku tê koşiya û ji bo aştiyê heta dawiyê fedakariyên mezin kir."

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Banga rawestandina şer û hesabpirsînê ji sûcdaran jî hatin kirin.

KOBANÊ

Bi heman boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da.

Hevseroka meclisê Eyşe Efendî daxuyanî xwend diyar kir ku li dijî gelê Kurd, nasname û çanda wî siyasetên çewisandinê û înkarkirinê tên meşandin, lê dîsa jî Kurd hertim banga aştî, demokrasî û jiyana hevbeş bi gelên din re dike.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê, ciwan û jinan hate kirin ku peywendiyên aştiyê bi gelên din re xurttir bikin û ramanên Rêber Abdullah Ocalan û şoreşê li seranserî cîhanê belav bikin.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê jî bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek li  beravên çemê Firatê li dar xist. Tevî endamên kombûnê, nûnerên meclis, desteyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Sûriye Pêşerojê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Dayikên Aştiyê  beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Dayîkên Aştiyê xwestin ewlehî li herêmê mîsoger bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Dayikên Aştiyê name berdan ava çemê Firatê.

Dayîkan, di nameyên xwe de destnîşan kir ku divê nirxên aştiyê di nava gelan de werin xurtkirin û şer bi dawî bibe. Her wiha diyar kir ku dê şoreşa xwe berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin û projeya neteweya demokratîk pêk were.

QAMIŞLO

Bi boneya 1`ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê, Meclisa bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya navenda Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek da.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Bajarê Qamişlo, Kongra Star û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Hêvî Mihemed Ehmed ve hat xwendin.

Hêvî Ehmed bibîr xist ku 1`ê Îlonê wekî Aştî ya Cîhanê hatiye îlankirin, lê hêzên ku ev roj îlan kirine êrişên li ser gelan û mafên wan nabînin û ev bang kir: “Em wekî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li derdorên ku dibêjin ew nûnerên aştiyê ne dikin; gelo hûn gelê Sûriyeyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji vî mafê xwe yê aştiyê bê par hatiye hiştin nabînin?”

Hêvî Ehmed bal kişand ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 salin li girtîgeha Îmralî tê ragirtin û ji 2021`an ve havdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re tê astegkirin. Hêvî destnîşan kir ku berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibe sedema kûrkirina şer di Rojhilata Navîne de û got: “Kilîta aştî û çareseriya pirsgirêkan serok Apo ye.”

Hêvî Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên naventeweyî û CPT`ê kir ku ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê tevbigerin.

 (şx/a)

ANHA