Di bombebarana li Xezayê de 19 kes hatin kuştin

Herî kêm 19 kes di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şer û pevçûnên li başûrê Xezayê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Di bombebarana li Xezayê de 19 kes hatin kuştin
21 gulan, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl a Xezayê ragihand ku 19 kes ku di nava wan de zarok jî hene, şeva sêşemê di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li deverên cuda yên Xezayê de hatine kuştin.

Berdevkê Berevaniya Sivîl Mehmûd Besel ji AFP’ê re ragihand ku di encama bombebarana tund a artêşa Îsraîlê de şeva borî li çend deverên Xan Yûnis, Cebalya û Dêr El Belah, herî kêm 19 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku ji sibeha roja sêşemê ve hejmara miriyan gihaştiye 98’an.

Her wiha artêşa Îsraîlê jî ragihand ku leşkerekî wê li başûrê Xezayê hatiye kuştin.