Di bombebarana Îsraîlê ya li Filistînê de 10 kes hatin kuştin

Saziyên ragihandinê yên Filistînê ragihand ku di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li ser bajarên Xeza û Xan Yûnis de deh kes mirin.

Di bombebarana Îsraîlê ya li Filistînê de 10 kes hatin kuştin
11 tebax, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristî li ser mijarê agahî bi ajansa Filistînê (WAFA) re parve kirin û got di bombebarana li dijî malekê ya li kampa rojavayê bajarê Xan Yûnisê de 7 kes hatine kuştin.

Her wiha hate gotin ku li bajarê Xezayê jî di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de 3 kes hatine kuştin. Li rojhilatê Xezayê jî di bombebarana balafirên şer de hin avahî hatin hilweşandin.

Têkildarî mijarê berpirsekî navneteweyî hişyarî da ku biryara Îsraîlê ya dagirkirina bajarê Xezayê dibe ku felaketeke mirovî li herêma deryayî bi xwe re bîne. Berpirsê sekreterê NY’yê yê Ewropa, Asyaya Navîn û Amerîkayê Miroslav Jenca li ser mijarê ev tişt got: “Em bi rastî bi felaketeke mirovî re rû bi rû ne. Em nikarin rewşa Xezayê di ber çavan re derbas bikin. Rewşa heyî dibe ku felaketeke din li Xezayê çêke.”

Li gorî WAFA’yê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li Filistînê piraniya wan jin û zarok, 61 hezar û 430 kes hatine kuştin, zêdetirî 153 hezar kes jî birîndar bûne.

(dc)