Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî li Qamişloyê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê hate vedan
11 tebax, 2025   12:34
QAMIŞLO

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) îro (11`ê Tebax 2025) şehadeta Fermandar Nûreddîn Sofî û gerîlayê HPG`ê Bahtiyar Gabar (Abdulbakî Babûr) ku di 6`ê Nîsana 2021`an li herêma Garê şehîd bibûn, her wiha Fermandar Koçero Ûrfa yê ku di 4`ê Mijdara 2019`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî şehîd bibû, ragihand.

Piştî îlankirina şehadetan, malbata Fermandar Nûreddîn Sofî konê sersaxiyê veda. Kon li pêşiya mala birayê Fermandar Nûreddîn a li Xerbî li bajarê Qamişlo hate danîn.

Xelkê herêmê, rewşenbîr, bawermend, older û rûsipiyan konê sersaxiyê ziyaret kirin û sersaxî  ji malbatê dixwazin.

Ziyaretên sersaxiyê didomin.

(sb/a)

ANHA