Di bombebarana Eyn Îsayê de 45 leşkerên Sûriyeyî hatin kuştin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker dema leşkerên Sûriyeyê ji gundewarê rojavayê Eyn Îsayê vedikişîn êrişek pêk anî, di encamê de ji 15 heta 45 leşker hatin kuştin.

Di bombebarana Eyn Îsayê de 45 leşkerên Sûriyeyî hatin kuştin
9 kanûn, 2024   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, dema leşkerên Sûriyeyî bi awayekî komî ji gundewarê rojavayê herêma Eyn Îsayê vedikişîn ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Misterîha yê ku 20 kîlometre dikeve rojavayê Eyn Îsayê hatin hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, hejmara leşkerên hatine kuştin ji 15 heta 45 leşkeran e. Lê hejmara leşkerên Sûriyeyî ku dixwestin derkevin 60 bûn. Lê hîna hejmara dawî ne diyar e.

Her wiha di bombebarana li heman gundî de 12 kes di nav de jin û zarok şehîd bûn.

(fr)

ANHA