Rûsya der barê hebûna hêzên wê li Sûriyeyê de daxuyaniyek da

Berdevkê seroketiya Rûsyayê destnîşan kir ku leşkerên Rûsyayê yên li Sûriyeyê parastina baregehên leşkerî dikin.

Rûsya der barê hebûna hêzên wê li Sûriyeyê de daxuyaniyek da
9 kanûn, 2024   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê seroketiya Rûsyayê Dmitry Peskov destnîşan kir ku leşkerên Rûsyayê yên li Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya baregehên leşkerî her tiştê pêwist dikin.

Peskov diyar kir ku Rûsya bi aliyên ku dê baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê biparêzin re, di têkiliyê de ye.

Der barê mayîna hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê de Peskov diyar kir ku ev mijar ji bo nîqaşê hîna zû ye û got: “Ev mijar dê bi aliyên ku Sûriyeyê bi rê ve bibin re, were nîqaşkirin.”

(mh/fr)