Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê

Şêniyên ji Tirbespiyê sîstema îşkence û qirkirinê şermezar kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin hetanî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê
30 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê der barê pergala îşkence û qirkirinê de ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, axivîn.

Mihemed Salih diyar kir ku piştî demeke dirêj hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin û got: “Em gelekî kêfxweş bûn ku me agahiyek ji rêberê xwe girt.”

Mihemed Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan sîstema îşkencê û qirkirinê zêde dike û wiha dom kir: “Dewleta Tirk piştî hevdîtina bi Rêbertî re hate kirin, careke din bi navê cezayê dîsîplînê hevdîtin qedexe kir. Em rejîma Tirk a faşîst şermezar dikin.”

Salih di dawiyê got ku ew ê her tim di nava çalakiyan de bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêk anîn.

Sebah Wehîd diyar kir ku wergirtina agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan piştî ewqas sal, rihekî nû di wan da da avakirin û got: “Rast e hevdîtin hate kirin, lê hîna jî sîstema îşkenceyê li Îmraliyê dewam dike. Ji tevahî jinan tê xwestin ku dakevin kolanan û daxwaze azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bikin. Em wek jin bi saye fikrên Rêber Abdullah bûne pêşeng."

Sebah Wehîd bang li tevahî jinan kir ku xwedî li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û ji bo azadiya wî li qadan bin.

Qedriya Xelîl jî sîstema îşkencê û qirkirinê şermezar kir û destnîşan kir ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Qedriyayê got: "Banga min ji her mirovî re heye ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina sîstema îşkence û qirkirinê, têkoşîna xwe xurt bikin."

(bb)

ANHA