Di 4 mehan de hezar û 241 qezayên trafîkê çêbûne

Di Roja Trafîkê ya Cîhanê de, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayan aşkera kir. Rêveberiyê diyar kir ku di encama qezayan de 82 kes mirine û 673 kes jî birîndar bûne.

Di 4 mehan de hezar û 241 qezayên trafîkê çêbûne
4 gulan, 2025   14:03
HESEKÊ

Di kongreya Cinêvê ya sala 1969’an de, 4`ê Gulanê wekî Roja Trafîkê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi vê boneyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê ku li herêmê çêbûne aşkera kir. 

Daxuyaniya li avahiya Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya li bajarê Hesekê hate dayîn. Rêveberên Rêveberiya Trafîkê Eymen Îbrahîm  bi zimanê erebî û Eyşe El Elî bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Trafîkê hat pîrozkirin û spasiya tevahî endamên trafîkê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêkanîna qanûnên trafîkê ne vebijêrk e, lê erkekî welatparêzî û exlaqî ye û rêya parastina mirovan û avakirina civakekî ewle ye.

Di daxuyaniyê de bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê, her wiha encamên qezayan hat aşkerakirin.

Li gorî bîlançoyê:

84 hezar û 655 binpêkirinên trafîkê hatin tomarkirin

655 ruxsetên trafîkê hatine kişandin

3 hezar û 585 binpêkirinên ji ber leza zêde hatin tomarkirin

Hezar û 842 motorsîklet binpêkirin kirine

BÎLANÇOYA QEZAYAN:

Hejmara giştî ya qezayan: Hezar û 421

Hejmara qezayên ku bûne sedema mirinan: 51

Hejmara kesên ji ber qezayan jiyana xwe ji dane: 82

Hejmara kesên ji ber qezayan birîndar bûne: 488

Hejmara qezayên ku bûne sedema birîndarbûnê yên hatine tomarkirin: 673

Hejmara qezayên ku bûne sedema zerarên madî: 702

PERWERDEYÊN AJOKARIYÊ

Hejmara dewreyên perwerdeyê yên vekirî yên fêrkirina ajokariyê: 46

Hejmara kesên ku ji bo ezmûna ajokariyê serlêdan kirine: 6 hezar û 606

Hejmara ruxsetên ajokariyê yên hatine belavkirin: 22 hezar û 234.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê di dawiya daxuyaniyê de bang li ajokaran kir ku li gorî qaûnên tarafîkê kar bikin, beriya ajokariyê erebeyên xwe kontrol bikin, di dema ajotinê de kembera parastinê bi kar bînin û telefonan bi kar neyînin, bêyî wergirtina ruxsetên fermî erebeyan neajon.

(bb)

ANHA