6’ê Gulanê betlane ye

Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk bi boneya Cejna Şehîdan, 6’ê Gulanê kir betlane.

6’ê Gulanê betlane ye
4 gulan, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 12’an derxist.

Bi biryarnameyê de hatiye gotin, bi boneya Cejna Şehîdan, 6’ê Gulanê  li tevahî sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê betlane ye.

Li gorî daxuyaniyê, saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewamiya kar heye, bi biryarnameyê de cih nagirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku 6’ê Gulana 1916’an an ku dema dagirkeriya  Osmaniyan a li Sûriye û Lubnanê, desthilata Osmaniyan bi serkêşiya Cemal Paşa li her du welatan 21 rewşenbîrên welatparêz îdam kirin. Ji wê dîrokê ve ev roj wekî Cejna Şehîdan hatiye îlankirin.

(bb)