Şandeke ji nûnerên dêran li Sûriyeyê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyek ji dêran ku ji rahib û nûnerên dêrên Sûriyeyê pêk tên ji bo naskirina sîstemê û avakirina têkiliyan serdana saziyên Rêveberiya Xweser û însiyatîfên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Şandeyê bi dîtina biratiya di navbera gelan de li herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

4 gulan, 2025   14:12
QAMIŞLO

Şandeya ji dêrên Sûriyeyê ya ku ji Berdevka Rahibên El-Fernînsîskan a El-Meryemîyat Tîrêz Ilyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî) û Marî Hebîb Kîroz (Lubnanî) pêk tê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo kir.

Bi şandeyê re Berdevkê Meclisa Dêrên Xiristiyanan li Helebê û Endamê Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardo, Nûnerê Meclisa Olan a Xiristiyanan li Reqayê Kirakyos Qilayîcyan jî hebûn.

Şande îro dest bi serdanê xwe kir ew bi armanca naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, makanîzmeya xebatê û avakirina têkiliyan hatiye herêmê.

Şande li Daîreya Têkiliyên derve ji aliyê Hevserokên Daîreyê Ilham Ehmed û Fener Giêt, her du cîgirên wan Gulîstan Elî û Robêl Beho ve hatin pêşwazîkirin. Rûniştina şandê ji çapemeniyê girtî pêk hat. Di dawiyê de şandeyê diyarî pêşkêşî daîreyê kir û rêveberiya daîreyê jî ji bo bîranînê diyarî dane şandeyê.

Piştre şandeyê berê xwe da navenda însiyatîfê, li wir ji aliyê Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur û endamên însiyatîfê Necah Gulo û Fûad Çolî, Hevserokê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemede Emîn Niêmî û endamê însiyatîfê Beşîra Cemal El-Dîn û Rovend Xelef ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ferzende Muzur bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku daxwaza Rêber Abdullah Ocalan a mirovahî, biratî û hezkirinê ye, lê dewleta Tirk hîn jî li hemberî bangê gav neavêtiye.

Beşîra Cemal El-Dîn jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikra xwe hemû jin ji pêkhateyên cuda li herêmê li hev civandine, ew bi destekê destkeftiyên ku bi destxistine ava dikin û bi destê din jî li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk parastina xwe dikin.

Necah Gulo jî destnîşan kir ku girêdana wan bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan hiştiye ew bighêjin asteke serfiraziyê, ew ji doza xwe ti car venagerin û heta dawiyê wê têkoşîn bikin.

Her sê rahiban jî kêfxweşiya xwe ya dîtina biratiyê di navbera gelan li herêmê anîn ziman.

Însiyatîfan diyarî û her 5 paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî şandeyê kirin.

Dê îro şande serdana Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî û Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. sibe jî gera xwe bi serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Partiya Yekîtiya Suryanî bi dawî bike.

(sb)

ANHA