Di 13 salên Şoreşa 19’ê Tîrmehê de têkoşîna jinan

Di destûrên Sûriyeyê de ji jinan re cih nehate dayîn. Bi serketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinan têkoşîna xwe domand û pêşengî kir. Bi sîstema Rêveberiya Xweser re jinan mafên xwe bi dest xistin û birêxistinbûyîna xwe veguherand sazîbûnê.

Di 13 salên Şoreşa 19’ê Tîrmehê de têkoşîna jinan
20 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li Sûriyeyê jinan dûrî nasnameya xwe dijiyan, di nava rêveberiya navendî de cihekî guncaw an pêşeng jê re bê dîtin jî, tune bû.

Di destûrên salên 1950, 1975 û herî dawî ya 2012`an de jin wekî welatî hatiye dîtin. Di destûra 2012’an de di nava 157 madeyan de, tenê bi madeyekê navê jinan hatiye destnîşankirin, ew jî rê dide ku jin xebatên xwe yên siyasî, aborî, civakî û çandî pêk bîne. Cudayî wê madeyên mayî girêdayî mafên wê yê dayikbûyînê ne.

DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ DE HEBÛN JINAN

Di meclisa gel û meclisên rêveberiya xwecih de jî kuteya jin nehatiye diyarkirin. Li gorî lîsteya ku hatiye ragihandin, di Meclisa Gel (2024) ku cihê desthilata zagonsaz li Sûriyeyê digire, ji 250 endaman tenê navên 27 jinan hebûn.

Di warê pêşengiyê de, li gorî lêkolînên ku hatine kirin, ji sala 1920`an heta 2025`an jinan di hikumeta Sûriyeyê de tu carî erka serokatî û serokwezîriyê jî negirtiye.

8`ê Adarê ku weke Roja Jinan a Cîhanê li hemû cîhanê tê pîrozkirin, li Sûriyeyê ew roj, roja serketina derbeya leşkerî ya 1963`yan a Partiya Baasê bû û wek “Roja Şoreşê” dihat pênasekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê lêgerîna jinên Kurd ên şopdarên Tevgera Azadiyê û Tevgera Azadiya Jin çê bû, ji ber siyasetên dewletê jinan bi awayeke veşartî xwesteka xwe pêk dianîn û li beramberî kirinên hêzên desthildar ên ku bi zîhniyeta baviksalar û zayendperest tev digeriyan, her di nava têkoşînê de bûn.

BI YEKITIYA STAR DEST PÊ KIRIN

Di sala 2005’an de li Rojava yekemîn rêxistina jinan bi navê Yekitiya Star hat avakirin ku niha navê wê Kongra Star e. Yek ji pêşengên wê ku navê xwe di dîrokê de hiştiye, Gulê Selmo ye. Gulê Selmo ku ji endamên destpêkê yên Yekitiya Star (2005) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bû, xebat dida meşandin û di heman demê de cihê xwe di Meclisa Gel a taxa Şêxmeqsûdê de digirt, 2012’an di heyama serhildana şêniyên Şêxmeqsûdê ya li dijî êrişên komên çekdar ên rejîma Baasê de, hate gulebarankirin û 13`ê Adara heman salê de ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.

Ji ber çalakbûna jinan a di asteke xurt de û îradeya wan a ku di nava şoreşê de hate dîtin; Şoreşa 19`ê Tîrmehê wek “Şoreşa Jinan’ hatiye binavkirin.

DI HEVPEYMANÊ DE MAFÊN JINAN

Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (12 Kanûn 2023) de mafên jinan ên di qadên leşkerî, siyasî û civakî de hatin parastin. Pergala hevserokatiyê wek rêgezeke bingehîn di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de hate pejirandin.

Di madeyên 50 û 51 ên Hevpeymana Civakî de hatiye diyarkirin ku her cure şîdeta li dijî jinan, bikaranîna wê yan jî ferzkirina tiştekî xirab û neyînî li ser jinan sûc in û bi qanûnê têne cezakirin. Her wiha hate diyarkirin ku mafên jinan e ku bi awayekî wekhev beşdarî her warê jiyanê bibin û biryarên girêdayî karûbarên xwe bidin û rêjeya temsîla jinan di pergala edaleta giştî ya herêmê de ji sedî 50 hatiye diyarkirin.

Sala 2024`an xebatên amadekirina Hevpeymana Civakî ya Jinan dest pê kir û heta niha jî dewam dikin.

QANÛNA MALBATÊ

Di sala 2014`an de bi pêşengiya Kongra Star li ser 26 madeyan `Qanûna Jin` hate derxistin. Ew qanûna ku mafên ên siyasî, aborî û civakî yên jinan misoger dike, di sala 2016`an bi erêkirina qanûna sûc û ceza re hate temamkirin. Sala 2019`an di konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryar hate dayîn ku ew bibe Qanûna Malbatê û ew niha ji 41 madeyan pêk tê.

JINAN SAZÎ AVA KIRIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avabûna Rêveberiya Xweser re jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Çerkes û Tirkmen bi hev re di qadên civakî, siyasî, dîplomasî û aborî de gelek saziyên xweser ava kirin. Li herêmê saziyên jinan ên ku xwe li hemû bajarok, bajar û kantonan birêxistin dikin hene.

Navên wan saziyan wiha ne: Desteya Jinan, Meclisa Jinan, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Mala Jinan.

Navên rêxistin û yekitiyên jinan jî wiha ne: Kongra Star, Kombûna Jinan a Zeynûbiya, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Navenda Lêkolînê û Parastina Mafên Jinan, Weqfeya Jina Azad, Platforma Jinan a Ekolojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Yekitiya Jinên Ermen, Yekitiya Jinên Êzidî, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û hejmareke komele û saziyên jinan ên civaka sivîl hatine avakirin.

Di nava partî û tevgerên siyasî de jî wek Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de meclis û nivîsgehên jinan hene.

PARASTIN

Ji bo parastina civakê ji êriş, talankirinê û xerabkirinê sazî û meclisên xweser ava kirine. Ji wan; Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Jin a Suryan (Sutoro), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asûr-Jin (Natûra) û Hêzên Parastina Civakî (HPC-JIN). Her wiha di meclisên leşkerî yên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen ên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de jî cih digirin.

ÇAND Û HUNER

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji dezgehên mezin ên ku jin di bin sîwana wê de xebatên xwe yên hunerî dikin. Tomargeha Şehîd Berçem, Dibistana Şehîd Nwêla ya Hunera Şêwekariyê û Sîne Jin ên ku karê film, klîp û derxistina stranan dikin jî.

DÎPLOMASÎ

Jin di qada siyasî û dîplomasî de li pêş in. Di hemû serlêdanên ku derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser asta navneteweyî tên kirin jî jin hene.

Herî dawî  jin di komîteyên dan û standina bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re re cihê xwe digirin û hevserokatiya şandeyan dikin.

Ji bo avakirina konfedralîzma jinan, li herêmê jin her di nava liv û tevgerê de ne û pêwendî û têkiliyên xwe yên dîplomasî pêş dixin.

KONFERANS Û KONGRE

8`ê Tebaxa 2024’an  Kombûna Jinan a Zeynûbya Konferansa Sosyolojiya Azadiyê li dar xist.

20`ê Tebaxê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) emîn kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist.

25-26`ê Îlona 2024’an  Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

2`ê Cotmeha 2024’an Kongra Star di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de Konferansa Sosyoljiya Azadiyê li dar xist.

7`ê Cotmeha 2024’an Yekitiya Jinên Ermen Kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist.

23`ê Adarê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi amadebûna nêzî 300 delegeyên ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê hate lidarxistin.

8`ê Gulanê Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongreya xwe yekemîn li dar xist.

15-17`ê Gulanê Kongeya 1`emîn ya Hevgirtina NADA’yê li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna nûnerên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.

27`ê Gulanê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li ser asta kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê konferansa taybet a sîstema hevserokatiyê li dar xist.

23`ê Hezîranê Kongra Star konferansek taybet a hevserokatiyê li dar xist.

12`ê Tîrmehê jinên Suryan, Kildan û Aşûr ji hundir û derveyî Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo yekemîn konferansa Jinên Suryato li dar xist.

‘EM BI HÊVÎ NE KU SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ BÊ PÊKANÎN’

Hevseroka Saziya Kehrebeyê ya li bajarê Çilaxa Firyal Qesûm ku bi xwe ji bajarê Idlibê ye, kêfxweşiya xwe bi sîstema hevserokatiyê ve anî ziman û der barê xebatên jinan de jî got: “Kongra Star, jinan ji her cure binpêkirinan diparêze. Em hêvî dikin ku sîstema jinan a li Rojava li Şam, Idlib û beravê jî pêk bê, hetanî di nava hikumeta Sûriyeyê de.”

Berpirsyara Yekitiya Jinan a Suryan a Sûriyeyê ya li Qamişloyê Cozefîn Somê destnîşan kir ku piştî şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, jinan di warê siyasî, civaka sivîl, çand, ewlekarî û leşkerî de xebat da meşandin û wiha got: “Bi taybet jinên Suryan li kêleka jinên Kurd û Ereb karîbû sînorên ku ji wan re hatibûn danîn rakin, di nava sîstema civakî ya Rêveberiya Xweser de kar bikin û hevserokatiyê bi dest bixin. Me karîbû rêxistina xwe xurt bikin û beşdarî munasebetên xwe yên jinan bibin.”

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Amûdê Şaha Berces Seîd da zanîn ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafên xwe bi dest xistine û Rêveberiya Xweser rê dide ku hemû jinên ji hemû pêkhateyan ku li ser dîrok û çanda xwe rêxistina xwe mezin û berfireh bikin. Şaha Seîd anî ziman ku têkoşîna wan ji bo jinên Sûriyeyê jî didome.

DI HIKUMETA VEGUHÊZ DE…

Piştî ketina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi serkêşiya Ehmed El Şerî li ser desthilatê, ne tenê mafê jinan, mafên gelan jî nehatine misogerkirin.

ANHA