Ji perava Sûriyeyê 1777 malbat derbasî Lubnanê bûne

Ji ber şer û aloziya li herêmên pereva Sûriyeyê, 7 hezar û 616 kes di rêya çemê Mezin xwe gihandin Lubnanê.

Ji perava Sûriyeyê 1777 malbat derbasî Lubnanê bûne
11 adar, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber aloziya li herêmên perava Sûriyeyê, 7 hezar û 616 kes di rêya çemê Mezin de xwe gihandin parêzgeha Ekar a Lubnanê.

Odeya Rêveberiya Karaset û Aloziyan a Ekarê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hatiye gotin "Li gund û bajarokên deşta Ekar û hin gundên herêma Dirêb hejmara kesên ji Sûriyeyê tên zêde bûye. Ev yek jî gelek arîşeyan; wekî dabînkirina cih, xwarin û xizmetên tunduristiyê yên bingehîn çêdike, nemze derfetên şaredariyan û civakê diyarker in."

Odeyê destnîşan kir ku bi armanca dabînkirina pêwîstiyan, belavkirina alîkariyan û xurtkirina istiqrara civakî ew bi aliyên navneteweyî û herêmî yên eleqedar re di nava têkiliyan de ye.

Li gorî odeyê; hejmara malbatên koçber ên hatine Ekarê gihîştiye hezar û 777 anku 7 hezar û 616 kesî. Odeyê da zanîn ku malbat li 15 bajarok û gundên Ekarê ne.

 (bb)