Dewleta Tirk sînorên Hewlêr û Silêmaniyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên bajarokê Mawet û Çomanê yên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Dewleta Tirk sînorên Hewlêr û Silêmaniyê bombebaran kir
3 îlon, 2024   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews, duh bi şev balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Çoman ên ser bi Hewlêrê ve û çiyayê Asos ê ser bi Silêmaniyê ve bi dijwarî bombebaran kirine.

Hate zanîn ku balafiran gundê Kiwêre û çiyayê Asos ên girêdayê bajarokê Mawet ê ser bi Silêmaniyê ve bombebaran kirine.

Her wiha balafira du car çiyayê Kox ya nêzî Çomanê yê girêdayî Hewlêrê jî bombebaran kirine. Ji ber êrişê tirs kev nav xelkê bajarok.

Hate zanîn ku duh tevahiya şevê balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk li ser herêmê digeriyan.