Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne

Heyva Sor a Kurdistanê bang li sazî û xêrxwazên li derveyî welat kir ku beşdarî Kampanya Heyva Sor a Kurd bibin.

Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne
4 cotmeh, 2024   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: "Netew, ola û baweriya wan çi dibe bila bibe, xwedîderketina li mexdûrên şer erkeke exlaqî û mirovî.

Ji rojên pêşî yên aloziya Îsraîl û Hizbullahê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê ket nava hewldanan da ku welatiyên sûriyeyî yên penaber ji bandora şer xelas bike.

Bi vê armancê Rêveberiya Xweser di nava demeke kurt de amadekariyên pêşîn ên pêşwazîkirinê  hat kirin.

Li ser banga rêveberiyê ji 29’ê Îlonê ve bêtirî 13 hezar mirov ji deriyên Tebqa û Minbicê derbasî bakur û Rojhilatê Sûriyeê bûn.

Saziya Alîkariya Mirovî ya Rojava, Heyva Sor a Kurd ji bo pêwîstiyên welatiyan bicih bînin, kampanyeke lezgîn a alîkariyê ragihand. Ji bo bi hezaran kesên ji ber şerê Îsraîl û Hîzbullahê reviyane li deverên ewle werin bicihkirin û pêdiviyên wan ên jiyanî werin peydakirin, Kampanya Heyva Sor a Kurd pir girîng e.

Li seranserî welatên Ewropa, Skandînavya û Japonyayê xebatên berhevkirina alîkariya madî bi tevî saziyên hevkar wê were birêvebirin.

Em bang li sazî û xêrxwzên li derveyî welat dikin da ku beşdarî kampanya me bibin. Her çi mirov û saziyên ku dixwazin destê alîkariyê dirêjî penaberên kurd û sûriyeyî yên ji Lubnanê reviyan bikin, dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe bighînin kesên muhtac.

HESABÊ BANKÊ

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

PAYPAL: [email protected]
paypal.me/heyvasorakurdistane

Armanca alîkari şandinê: Koçberên Lubnanê

(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)"

(şx)