Dewleta Tirk rojnamevan bombebaran kirin: 2 hevalên me şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker careke din hevalên me yên rojnamevan kirin hedef. Di êrişa balafira bê mirov û biçek a dagirkeran de nûçegihana ajansa me ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûn.

Dewleta Tirk rojnamevan bombebaran kirin: 2 hevalên me şehîd bûn
20 kanûn, 2024   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk a dagirker, komên çete yên girêdayî û berxwedana dijî wan dişopîndan, bûn hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker. 

Hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê  balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de hedu hevalên şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.  

(a)

ANHA