Hemîd El Şetrî bû serokê îstîxbarata Iraqê

Berdevkê hikumeta Iraqê Basim El Ewadî bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê, Hemîd Reşîd Filêh El Şetrî ji bo serokê îstixbaratê erkdar kir.

Hemîd El Şetrî bû serokê îstîxbarata Iraqê
19 kanûn, 2024   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Iraqê Basim El Ewadî bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî, Hemîd El Şetrî wekî serokê nû yê îstixbaratê ya Iraqê erkdar kir.

El Ewadî diyar kir ku ev biryar di çarçoveya parastina aramî û ewlehiya Iraqê û sûdwergirtina ji pisporiya El Şetrî ya ewlekarî de, hat dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 2022'yan ve anku ji dema Sûdanî bûye serokwezîr ve, Sûdanî bi xwe karê rêvebertiya îstixbarata Iraqê dikir.

El Şetrî di salên dawîn de xebatên serokê ewlekariya nîştîmanî û gelek erkên din kirine.

(mh/fr)