Dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan dubare kir

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku wek hêza li pişt êrişên li ser  Helebê tê nîşandan, piştgiriya xwe ya ji bo HTŞ'ê dubare kir.

Dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan dubare kir
15 ÇILE, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku wek hêza li pişt êrişên li ser taxên Helebê tê zanîn, piştî êrişan jî pişgiriya xwe ya ji bo çeteyên hikumeta demkî dubare kir. 

Şêwirmendê çapemenî û têkiliyên gel ê Wezareta Parastinê ya Tirk Zekî Akturk got: “Em careke din diyar dikin ku em parastina Sûriyeyê wek parastina xwe dibînin û em ê di çarçoveya rêgeza ‘yek dewlet, yek artêş’ de ji bo yekitî û yekparetiya Sûriyeyê, ger daxwaz bikin, em ê li dijî hêzên terorê piştgiriyê bidinê.”