Dewleta Tirk gundewarê Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Dewleta Tirk gundewarê Til Temirê topbaran kir
8 ÇILE, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmê didomînin. Gundên Tawîle, Til Tawîl ên rojavayê bajarê Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran têne topbarankirin.

Beriya vê jî balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê Gir Zîro yê kantona Cizîrê wesayîtek bombebaran kiribû.

(şx)