Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Şêxo

Li Qamişloyê ji bo şehîd Ebdulezîz Şêxo ku 1ˈê Kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

4 kanûn, 2024   13:30
QAMİŞLO

Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê ji bo şehîd Ebdulezîz Şêxo konê sersaxiyê hate danîn. Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan şêniyan konê sersaxiyê ziyaret kir û sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Şêxo.

Di sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî. Kêfo Osman diyar kir ku ew di şexsê şehîd Ebdulezîz de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Osman destnîşan kir ku ew bi saya şehîdan û bi saya têkoşîna 46 salan a Rêber Abdullah Ocalan gihaştine van rojan.

Kêfo Osman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Tevî hemû êrişan jî gelê me bi xwedî derketina li Serok Apo û şehîdan, bersiva pêwîst da. Îro di encama êrişên dagirkeriyê de gelê me yê Til Rifet û Şehbayê dîsa hat koçberkirin. Lazim e em di asta seferberiyê de xwedî li wan derkevin.”

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hemdîn Nebî jî diyar kir ku îro tişta dikeve ser milê wan, xwedî li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û gelê ku hatiye koçberkirin derkevin.

Hemdîn Nebî di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê li dijî dagirkeriyê heya dawî li ber xwe bidin û di asta seferberiyê de xwedî li gelên xwe derkevin.”

Konê sersaxiyê duh hatibû danîn û dê heya êvarê ji ziyareta şêniyan re vekirî be.

Ebdulezîz Şêxo 1'ê Kanûnê (2024) di encama êrişeke balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo-Hesekê şehîd bûbû.

(bm/bb)

ANHA