Dewleta Tirk erebeyek bombebaran kir: 3 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker di navbera bajarên Zirgan û Dirbêsiyê de erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk erebeyek bombebaran kir: 3 birîndar
9 kanûn, 2024   14:29
HESEKÊ

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li devera di navbera gundê Şora Rojava û gundê Şora Rojhilat ên di navbera bajarên Zirgan û Dirbêsiyê de, erebeyek bombebaran kir. Di encama bombeberanê de 3 welatî birîndar bûn.

Ji birîndaran navê Mihemed Ewad (53) hat zanîn û li nexweşxaneya Dirbêsiyê tê dermankirin. Birîndarên din ku pêwîstiya wan bi destwerdana tibî ya lezgîn heye, veguhastin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

(bb)

ANHA