Di êrişên li Zirganê de şehîdek û 2 birîndar hene

Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Zirganê de ji welatiyên ku li nava zeviyên çandiniyê kar dikirin, kesek şehîd bû 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li Zirganê de şehîdek û 2 birîndar hene
9 kanûn, 2024   14:06
HESEKÊ

Êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk saet nêzî 12.00ˈan (9 Kanûn 2024), gundên Hermel û Mihermela yên bajarê Zirganê yên ser bi kantona Cizîrê ve bombebaran kiribûn. Di encama bombebaranê de welatiyek şehîd bû û 2 welatî birîndar bûn.

Navê birîndarekê Mihemed Hesen Hesen (45) e.

Li gorî agahiyên ku şêniyan dane, welatiyên birîndar ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ne, dema di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin hatin hedefgirtin.

Welatiyên birîndar piştî mudaxeleya yekemîn a li nexweşxaneyek bajarê Dirbêsiyê veguhestin nexweşxaneyên li Hesekê.

(bb)

ANHA