Rêxistina Mafê Mirovan banga cezakirina dewleta Tirk kir

Endama Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dijî welatiyan sûcê şer e û bang li Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navnetewî kir ku derheqê dewleta Tirk de doza cezakirinê veke.

Rêxistina Mafê Mirovan banga cezakirina dewleta Tirk kir
9 kanûn, 2024   14:51
QAMIŞLO

Şevê din (8 Kanûn 2024) dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi çek li gundê Misterîha yê girêdayî Eyn Îsa malên welatiyan hedef girtin û komkujî pêk anî. Di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene hatin qetilkirin.

Derbarê mijarê de Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma ji ajansa me re axivî û nerazîbûn nîşan da.

Evîn Cuma diyar kir ku ne cara yekemîne ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan pêk tînin û bal kişand ku piraniya welatiyên ku tên qetilkirin jin û zarok in.

Evîn Cuma da zanîn ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan û saziyên ximetguzariyê valakirina herêmê û koçberkirina welatiyan e û got: “Dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike; bi taybet ev binpêkirin li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derdikevin.”

Evîn Cuma anî ziman ku hedefgirtina sivîlan li gorî Danezana Mafê Mirovan a Navnetewî sûcê şer e û bang li NY û Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navnetewî kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyan dike tespît bike û doza cezakirinê derheqê wê de veke.

Evîn Cuma her wiha bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir ku ji bo rawestandina êrişên li Sûriyeyê zextê li dewleta Tirk bike.

(sb/a)

ANHA