Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkujî kir: 12 kes qetil kirin

Balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li gundekî Eyn Îsa 12 kesên ku di nava wan de jin û zarok hene, qetil kirin.

Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkujî kir: 12 kes qetil kirin
9 kanûn, 2024   10:37
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagkir, şevê din (8 Kanûn 2024) saet derdora 23.00’an de gundê Misterîha yê girêdayî Eyn Îsa bombebaran kir.

Çavkaniyan ragihand ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.

(a)

ANHA