Dewleta Îranê kolberek qetil kir

Hate ragihandin ku duh bi şev li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar ên dewleta Îranê gule li hinek kolberan barandine û di encamê de kolberek hate kuştin.

Dewleta Îranê kolberek qetil kir
12 sibat, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Lj gorî medya Rojhilatê Kurdistanê,  duh bi şev li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar ên Îranê bê ku hişyarî bikin gule li hinek kolberan barandine.

Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de kolberek Kurd ê xelkê Bane yê bi navê Seywan Hehîhî yê 20 salî hate kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku Seywan xelkê gundê Belekê yê ser bi Bane ya Rojhilata Kurdistanê bû. Piştî hate kuştin cenazeyê wî rakirin nexweşxaneya Selahedînî Eyubî û piştre radestî malbata wî hate kirin.