Dewleta Îranê 7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî birî

Dadgeha dewleta Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî.

Dewleta Îranê 7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî birî
8 sibat, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgera Çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhed bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî rejîmê’ 1 sal û nîv cezayê girtîgehê birî.

Li aliyê din, dadgehê 2 sal qedexeya derneketina derve jî da.

Hevjînê Nêrgiz Mihemedî Teqî Rehman biryara rejîma Îranê ‘bêrehm’ pênase kir û got: “Ev ceza tenê sedem ew e ku tev li merasîma veşartin û dayîna daxuyaniyekê bûye, ye."

Hêjayî gotinê ye di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.

Nêrigiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala borî ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.