Mesûd Barzanî û Tom Barrack bi telefonê axivîn

Serokê PDKˊê Mesûd Barzanîn û nûnerê DYAˊyê yê Sûriyeyê Tom Barrack bi telefonê li ser rewşên siyasî li herêmê û pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê axivîn.

Mesûd Barzanî û Tom Barrack bi telefonê axivîn
8 sibat, 2026   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyand ku Mesûd Barzanî û nûnerê serokê Amerîkayê ya Sûriyeyê Tom Barrack bi telefonê axivîn.

Li gorî navendê, Barzanî û Barrak li ser rewşên siyasî yên herêmê bi giştî, pêşdeçûn û guhertinên li Sûriyeyê axivîn. Her du aliyan li ser pêwîstiya berdewamkirina tevahî gavên garantî ku nakokî, tevlihevî û alozî çênebin, xebatên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê werin kirin, li hev kir.

Navendê diyar kir ku li kêlek teqdîrdayîn û pesndayîna rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Mesûd Barzanîn girîngî da mayîndebûn û berdewama hevalbendiya heyî ya di navbera gelê Kurdistanê û DYAˊyê de jî.

(fr)