‘Desthilata Şamê li ser hesabê xwîna sûriyeyan li gel Îsraîlê têkiliyan çêdike’

2 parêzerên ji Siwêdayê anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd tê qirkirin û got serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê û mafên wan têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî dike.

‘Desthilata Şamê li ser hesabê xwîna sûriyeyan li gel Îsraîlê têkiliyan çêdike’
26 ÇILE, 2026   05:05
SIWÊDA

Serokê Buroya Rêveber a Desteya El Hirak a Siwêdayê parêzer Mufîd Ebû Emar anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li ser gelê Kurd gihaştine asta terorê û nabe ku yên navê artêşa erebî ya Sûriyeyê li xwe kiriye, sivîlên bi axa xwe ve girêdayî ne û parastina mafên xwe dikin, bikuje.

Mufîd Ebû Emar ji ajansa me re got: "Ev sûcên têne kirin ji bo mirovahiyê şerm e û gihîştine asta komkujiyên Holocaust. Ev sûc li parêzgeha Siwêdayê jî pêk hatin û di bin berpirsyartiya dewletên li ser dosya Sûriyeyê dixebitin de têne kirin."

Parêzer Ebû Emar bang li hemû rêxistinên mirovî û yên navneteweyî kir ku ji bo parastina jiyana sivîlan bikevin tevgerê.

Her wiha Ebû Emar destnîşan kr ku mafê tu dewletê nîne êrişî gelên parastina hebûn û xaka xwe dikin û wan bikuje û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ya li Sûriyeyê diqewimê komên çete ku navê desthilata demkî yan jî deshilata zagonsaz li xwe kirine qirkirina etnîkî pêk tînin. Dema ku ketin Şamê dest danî ser desthilatê û xwe wekî desthilateke rewa nîşan da.”

Ebû Emar da zanîn ku komkujiyên li ser Elewî, Durzî, Xiristiyan û niha jî Kurd li Sûriyeyê tê kirin dibe ku dubare bibin û wiha got: "Em ji dewletên ku li ser dosya Sûriyeyê dixebitin hêvî dikin bi lez tevbigerin da ku rewşên ji vê xetertir ne qewimin. Divê em jibîr nekin êriş bi armanca li Rojhilata Navîn qirkirinên etnîk pêk bînin, têne kirin. Çeteyên tundraw tenê di mêjiyê wan de kuştin û serjêkirin heye.”

Ebû Emar ji bo Koalîsyona Navneteweyî jî wiha got: "Koalîsyona Navneteweyî ji berjewendiyên gelê Kurd zêdetir girîngî da berjewendiyên xwe. Li holê bazirganiyek heye; di encama wê de li beramberî başûrê Sûriyeyê gelê Kurd maf û axa xwe winda kirin.”

Li ser civîna li Parîsê jî Ebû Emar wiha got: “Şeri li ser hesabê xwîna Sûriyan veşartî bazirganiyan dike. Di civîna Parîsê de El Şeri ji bo têkiliyên xwe yên bi Îsrail re ev bazirganî kir û Colan jî veşartî firote Îsraîlê. Li beramberî her bazirganiyekê veşartî tê kirin, desthilata terorist komkujiyan li ser Sûriyeyan pêk tîne.

Parêzer Telal Xanim jî got: “Gelê Siwêdayê jidil bi gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye û em hêvî dikin bi ewle bin.

ANHA