Desthilata Şamê êrişî dadgerekî kir

Endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê li Helebê êrişî dadgerekî kir, piştre 24 saetan ew destgîr kir. Li gorî agahiyan dadger hatiye berdan lê tenduristiya wî ne baş e.

Desthilata Şamê êrişî dadgerekî kir
26 gulan, 2025   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), endamên hêzên ewlekariyê yên desthilata Şamê li Helebê êrişî dadgerekî kir.

SOHR’ê da zanîn ku dadger dema li ser erka xwe bû êriş li ser wî hat kirin, piştre 24 saetan destgîr kir.

Hate diyarkirin ku dadger ji ber tundiya li dijî wî hatiye kirin tenduristiya wî ne baş e.

Dadger û kamendên Dadgeha Helebê li dijî bûyerê ketin grevê û xebat dan sekinandin. Dadger û karmendên dadgehê xwest hesab ji êrişakaran bê pirsîn.

Hejmareke dadger û endamên Sendîkaya Parêzeran û Wezaretê Dadê jî banga parastina xebatkarên qada dadweriyê ji êrişan û binpêkirinan kir, her wiha hişyarî da ku eger pêşî li bûyerên bi vî rengî neyê girtin, dê bawerî bi saziyên dadweriyê lawaz bibe û rê li ber zêdebûna tevlihevî û binpêkirinan vebe.

(bb)