Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya duyemîn de bi dayîna semîner û vekirina pêşangeha wêneyan a li ser navê rojnamevan Cîhan Bîlgîn didome. Danê êvarê dê fîlm û kurtefîlm bên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja duyemîn de didome
26 gulan, 2025   15:56
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.

Îro semînera “Jin li pişta jinê, rêya belavkirin û mîhrîcana fîlmên jinan” ji aliyê endamên Koordînasyona Mîhrîcana Filmên Deryaya Spî (Olhares de Mediterraneo Women Film Festival) Sara David Lopes û Silviya de Marco ve hate dayîn.

Di semînerê de gelek xwendekarên peymangehên çand û hunerê amade bûn.

Sara David Lopes û Silviya de Marco da zanîn ku hatina wan a herêmê û beşdariya mîhrîcanê ji bo wan girîng e û wiha behsa festîvala ku ew li dar dixin kir: “Em ê îsal festîvala xwe ya 12`emîn li dar bixin, ji ber ku ew tenê 4 rojan dewam dike, heke ji bo 100 fîlman serlêdan tên kirin, em tenê dikarin 60 fîlman hilbijêrin. Em fîlmên welatên erebî nabînin û em nikarin xwe bigihîninê.”

Sara David Lopes û Silviya de Marco her wiha diyar kir “Dema mêrek fîlmekî çêdike, navê wê dikin fîlm; lê dema jinek çêke, jê re dibêjin fîlmê jinan. Hîn tê dîtin ku zilam ew e yê ku navenda dinyayê di destê wî de ye, tiştên derveyî wî kêmtir lê tê meyzekirin.”

Piştî semînerê pêşangeha wêneyan a li ser navê rojnamevana şehîd Cîhan Bîlgîn hate vekirin.

Dûre fîlmê ‘El Vequero’ ê bi derhêneriya Emma Rozanski (2024) hate pêşandan.

Bernameya danê êvarê wiha ye:

Li Parka Azadî saet di 20:00’an de fîlmê ‘The Sea and It Waves’ û saet 22:00`an kurtefîlmên ‘Ghalia’, ‘The Far Mountain’ û ‘The Dream’ dê bên pêşandan.

(sb)

ANHA