Îsraîlê gundewarê Quneytrayê toparan kir

Hêzên Îsraîlê Hirş Biir Ecem ê rojavayê gundê Zibêda li gundewarê Quneytrayê bi 3 mûşekan topbaran kir, derbasbûna hêzên Îsraîlê, girtin û topbaran li herêmên başûrê Sûriyeyê didomin.

Îsraîlê gundewarê Quneytrayê toparan kir
20 îlon, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçgehanê me diyar kir ku şahdekî bûyerê da zanîn ku îro Hêzên Îsraîlê Hirş Biir Ecem ê rojavayê gundê Zibêda li gundewarê Quneytrayê bi 3 mûşekan topbaran kir, têkildarî encamên topbaranê ti agahî nehatine girtin.

Ev topbaran di demekê de ku Îsraîlê derbasî herêmên başûrê Sûriyeyê dibe û lê operasyonên leşkerî çêdike de pêk tê, bi taybet li gundewarên Quneytrayê, Dera û gundewarên Şamê ev yek rû dide, Hêzên Îsraîlê xelkê digire û tevgera wan a li herêmê jî dubare dibe.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kiriye ku di sala 2026`an de heta 19`ê Îlonê Hêzên Îsraîlê 594 caran derbasî xaka Sûriyeyê bûye.

(sb)

ANHA