Desteya Rêveberiya Herêmî kirêya malan destnîşan kir

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, kirêya malan li gund û bajarên herêmê destnîşan kir.

Desteya Rêveberiya Herêmî kirêya malan destnîşan kir
22 kanûn, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê biryarnameya hejmar (12) ya dîroka 21.12.2024 weşand. Di biryarnameyê de kirêya malan li gund û bajarên herêmê  hatiye destnîşan kirin.

Li gorî biyarnameyêm li gundan û taxên derdorê bajaran û malên kevin, kirêya her odeyekê 10 dolar in. Li navendên bjaran û malên nû kirêya her odeyekê 15 dilar in.

Desteyê ji nivîsgehên kirêkirina malan û xwediyên malan xwest ku li gorî vê biryarnameyên malan bidin kirê.

(k)