Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist

Di civîna salê ya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryarên bi armanca birêxistinkirina xebata desteyan, piştgiriya vegera ewle ya koçberan û kampan, derxistina kartan ji bo astengdaran li tevahî kantonan hatin dayîn.

Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
22 kanûn, 2025   20:18
REQA

Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê li avahiya desteyê ya hajarê Reqayê li dar xist. Di civînê de hevserokatiya desteyê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran ên kantonan amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid rewşa siyasî nirxand. El Ebid got: "Dema ku peymana 10'ê Adarê hat îmzekirin tevahî gelê Sûriyeyê kêfxweş bû, lê belê ev peyman ne li xweşiya Tirkiyeyê bû, vê jî hişt ku hêviya gelekan têk biçe û Sûriye bikeve rêyeke din. Hikumeta veguhêz nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake. Ew dibêjin hindikahî, em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne hindikahî ne."

El Ebid da zanîn ku divê eniya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya xurtkirina jin, ciwanan, misogerkirina azadiya baweriyan û partiyên siyasî, were xurtkirin. Bi vî awayî eniya hundirîn tê xurtkirin û dewlet tê avakirin."

Piştre raporên salê yên desteyên Karûbarên Civakî û Kedkaran ên kantonan hatin xwendin û bi beşdaran re hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de biryar û plansaziya xebatê ji hêla hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Farûq El Maşî ve hat xwendin û wiha ne:

Xebitîna li ser vegera ewle ya koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Hêsankirina derketina dilxwazî ya koçberan ji kampan ber bi malên xwe ve, bi hevkariya komîseriya penaberan re.

Agahdarkirina rêxistinan ji bo zêdekirina piştgiriya kamp û wargehan.

Hevkariya bi desteyên tenduristî û perwerdehiyê re ji bo xurtkirina navendên tenduristî û perwerdehiyê di kampan de.

Xurtkirina navendên Çavdêriya Civakî yên hemû kantonan û çalakkirina navendên neçalak.

Koordîneya di navbera kantonan de û çalakkirina rola Nivîsgeha Karkirinê ji bo peydakirina derfetên kar.

Aktîvkirina navendên astengdaran di hemû kantonan de.

Derxistina kartan ji bo astengdaran di hemû kantonan de.

Avakirina komîteyek tibî li gorî tesnîfa tibî ya taybet bi astengdaran.

Xebitîna li ser xurtkirina astengdaran di hemû warên civakî, aborî û hwd de.

Lidarxistina çalakiyan û piştgirîdayîna astengdaran.

Zêdekirina girîngîdayîna ragihandinê ji bo xebatên desteyên Karûbarên Civakî û Kedkaran ji bo têkbirina şerê ragihandinê.

Pêkanîna qanûna astengdaran piştî erêkirina wê di Meclisa Gelan de.

(mh/fr)

ANHA