Desteya Jinan: Hevpeymana Civakî ya nû bo sûriyeyiyan misogeriya aştî û yekitiyê ye

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Adalet Umer destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya nû mafên jinan diparêze û zemîneke xurt ji bo yekbûna xak û gelê Sûriyeyê ava dike.

Desteya Jinan: Hevpeymana Civakî ya nû bo sûriyeyiyan misogeriya aştî û yekitiyê ye
28 kanûn, 2023   05:37
REQA
ELA EL ELÎ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12'yê Kanûnê de hevpeymaneke civakî ya nû ji herêmê re erê kir ku ji 134 madeyan pêk tê. Hevpeyman mafên hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger dike û mafên jinan diparêze.

Ji bo bêtir Hevpeymana Civakî ya nû û bendên girêdayî Desteya Jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nas bikin, seroka Desteya Jinan Adalet Umer ji ajansa me re axivî.

Adalet pêwîstiya gelê herêmê bi pergalên demokratîk destnîşan kir, ji ber ku pergalên berê ne demokratîk bûn, neheqî û zordarî li ser bingeha nijadperestî, cudakirinê li wan dikirin.

Adalet wiha domand: "Rêjîm (li Sûriyê) sîstemeke otorîter (desthilatdar) a navendîparêz e ku xwe dispêre înkarkirin û dûrxistina çand û neteweyên tê de, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk hebû ku cudahiyê naxe navbera tu pêkhateyan. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre rêgeza edalet, wekhevî û parastinê û hemû cureyên tundî û cûdahiyê di navbera gelan de qebûl nake."

Seroka Desteya Jinan Adalet Umer destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya nû ji bo jinan gaveke erênî ye, ji bo cara yekemîn e ku gel li hev kom dibe da ku qeder, paşeroj û hevpeymana xwe ya civakî di destê xwe de binivîsin.

Her wiha Adalet diyar kir hevpeyman dê bibe "misogeriya aştî, azadî û yekitiya hemû Sûriyan."

Der barê madeyên hevpeymanê de yên ku mafên jinan misoger dikin û wan ji şîdetê diparêzin û got: "Di hevpeymanê de nûnertiya jinan di komîn, şaredarî û meclisan de ji sedî 50`î hatiye erêkirin. Şîdet û tundiya li ser were meşandin, sûc e û di qanûnê de tê cezakirin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehên pergala hevseroketî, aboriya civakî, civaka ekolojî û azadiya jinan ava bûye, her wiha madeyên din ên bingehîn hene wek ên girêdayî rêxistin û tevgerên jinan di serî de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku mafên jinan diparêze.

Adalet têkildarî rola Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêxistinkirina jinan de got: "Meclis hemû jinên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike; wek tevger û rêxistinêm jinan û kesayetên siyasî. Ew ê di aliyê dayîna biryaran, perwerdekirina jinan û lidarxistina panelan de berpirs be. Ev meclis wek Meclisa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê ew tenê girêdayî kar û barên jinan e."

Adalet da zanîn ku Desteya Jinan a di nav rêveberiyên xweser û yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dê li gor hevpeymana civakî ya nû xwe bi rêxistin bike.

(şx)

ANHA