Rojnews ji bo Silêman Ehmed daxwaznameyek pêşkêşî NY’yê kir

Ajansa Rojnews’ê ji bo edîtorê xwe Silêman Ehmed ê 65 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, daxwaznameyek pêşkêşî NY’yê kir. Ajans her wiha der barê pêkanîn PDK’ê yên li dijî rojnamevanan de dosyayekê amade dike.

Rojnews ji bo Silêman Ehmed daxwaznameyek pêşkêşî NY’yê kir
28 kanûn, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema ji serdana malbata xwe ya li Rojava vedigeriya ser kar xwe, li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin. Ji wî rojê heta niha tu agahî ji Silman Ehmed nayê girtin, destûr nayê dayîn ku parêzer hevdîtinê bike. Tevî hemû bangawaziyan jî PDK agahî nade. 

Têkildarî mijarê Rêveberiya Ajansa Rojnews’ê  bi awayekî nivîskî agahî dan ajansa me.

Rêveberiya Rojnews’ê diyar kir ku ji bo PDK’ê binpêkirinên li dijî rojnamevann û revandina wan ne tiştekî nû ye û got: "Bi domdarî gefên revandin, qetilkirin û girtin li ser ajansa me tên xwarin. Em ê xebatên xwe li gorî pîvanên sereke yên ragihandina azad bidomînin. Me dosyaya Silêman Ehmed nedaye aliyekê. Em ê xebata xwe berdewam bikin ku em wê wekî têkoşînekê dibînin. Em teqez dikin em ê  hewldanên xwe bidomîn ta doza Silêman Ehmed bibe dozeke navneteweyî û Silêman were berdan. Wekî her kes dizane pênûsa azad di dawiyê de bi ser dikeve."

’REVANDINA SILÊMAN BERDEWAMA XETA XIYANETÊ YE’

Rêveberiya Rojnews’ê da zanîn ku sûcê PDK’ê li dijî rojnamevan Silêman Ehmed kiriye ne yê yekê ye û wiha domand: "Em girtina rojnamevanan wekî xaleke reş li eniya desthilata serdest a herêma Kurdistanê dibînin. Em revandin, girtin û qetilkirina rojnamevanan ji aliyê PDK’ê ve ji bîr nakin. Birîna rojnamvan û çalakvanên Behdînanê hîna nekewiyaye, dosyaya wan a bi tawanên derew hîna li girtîgeh û dadgehan digere. Armanc qedexekirina dengê azad e."

Rêveberiya Rojnews’ê revandina Silêman Ehmed wekî berdewama xeta xiyanetê û dijbertiya gelê Kurd pênase kir û ev nirxandin kir: "PDK’ê ji bo sûc û kiryarên wê neyên aşkerakrin sûcan li dijî rojnamevan û têkoşeran dike. Ev kiryar xizmeta dijminê Kurdan dike. Ev kiryar hewldaneke ji bo temirandina doza Kurd e ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û hin dewletên ku Kurdistan parçe kirine tê kirin."

’JI BO AQÛBETA SILÊMAN BÊ ZANÎN ME DAXWAZNAME JI NY’YÊ RE ŞANDIYE’

Rêveberiya Rojnews’ê têkildarî hewldanên ji bo zanîna cih û aqûbeta Silêman Ehmed ev agahî da: "Di serî de navend û saziyên têkildarî mafên rojnamevanan, me pêwendî bi hin dostan û saziyên ragihandinê re danî. Me ji wan xwest ku beşdarî lêgerîna li cih û aqûbeta Silêman bibin. Em ê têkiliyên xwe li gel navendên ewlehiyê yên Asayîşa Dihokê (Navenda Giştî) re berdewam bikin. Lê heta niha derewên xwe didomîne û dibêje ’Silêman Ehmed ne li gel me û tu agahiyên me der barê wî de li cem me nîne’. Me daxwaznameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir da ku peymana navneteweyî ya parastina tevahî  ji windakirina bi zorê berdewam bikin. Her wiha me ekîbeke parêzeran şandiye Duhokê da ku ji bo wergirtin dosyaya Silêman bixebite. Hîna cih û aqûbeta Silêman nayê zanîn."

Rêveberiya Rojnews’ê diyar kir ku bi dehan saziyên ragihandinê yên xwecih, herêmî û navneteweyî piştevanî dan wan û ji desthilata PDK’ê re xwest ku Silêman Ehmed serbest bê berdan.

Rêveberiya Rojnews’ê got: "Wê xebata me ya aşkerakirina rastiyan bidome. Em ê li gorî destûra Iraqê û destûrên li herêma Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo dosyaya Silêman Ehmed bidomînin heta were berdan."

Rêveberiya Rojnews’ê da zanîn ku dê dosyayeke giştî li ser pêkanînên PDK’ê yên li dijî rojnamevan û rojnamegeriyê, binpêkirinên wê yên li dijî qanûn û destûran amade bikin. Her wiha û diyar kir ku dosyaya Silêman Ehmed armanca wan a pêşîn e.

’EM Ê LI SER RÊYA HEQÎQETÊ BIMEŞIN’

Rêveberiya Rojnews’ê got, divê raya giştî bizanibe ku ajans li hemberî gelek zehmetiyan "girtin, qetilkirin û gefan" sekinî û wiha domand: " Zêdetirî 7 sal di ser qetilkirina nûçegihanê me yê têkoşerê ji bo azadiyê li Behdînanê Wedad Hisên re ji aliyê PDK’ê ve derbasbûn, lê heta niha qetil nehatiye girtin. Desthilata ewlehiyê ya Hewlêrêr ev dosya girt, lê ev dosya ji aliyê me û azadan ve nehatiye girtin. Dosya dê vekirî bimîne ta armanca me ya edaletê û darizandina sûcdaran pêk were. Wekê Rojnews’ê me di rêya aşkerakirina heqîqetan ji gelê Kurd û raya giştî re gelek berdêlan dan. Em ê aşkerakirina heqîqetên ku dikeve xizmeta doza Kurd, yên xizmeta gelê Kurd dikin û gelên Rojhilata Navîn bidomînin heta aştî pêk were. Her wiha em ê ew kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, partiyetî û malbatî bi dijmin re dixebitin, teşhîr bikin. Em ê xeta xiyanetê ya domdar a li Kurdan qebûl nekin. Em ê li ser şopa heqîqetê bimeşînin."

(bb)

ANHA