Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin

Desteya Çand û Şûnwaran xebata avakirina du deriyan li têketina Sûrê Reqayê da destpêkirin. Ev xebat di çaçroveya projeya sererastkirina vê sûra dîrokî de tê kirin.

Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
Desteya Çandê xebata avakirina du deriyan li Sûra Reqayê da destpêkirin
9 îlon, 2025   15:20
REQA

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya qonaxa çaremîn a sererastkirina Sûra dîrokê yê Reqayê de, projeya avakirina du deriyan li têketina sûrê da destpêkirin.

Projeya avakirina deriyan li aliyê kolana El Mensûr û Seyf El Dewla, di çarçoveya hewldanên desteyê yên bi armanca parastina deverên dîrokî de tê kirin.

Hevseroka desteyê Serferaz Şerîf diyar kir ku sererastkirina sûrê li gorî şêwazê xwe yê  mîmarî yê resen tê kirin.

Desteya Çandê di dawiya 2023’an de projeya sererastkirina sûra dîrokî ya Reqayê dabû destpêkirin. Qonaxa çaremîn a sererastkirinê di Tebaxa 2025ˊan de dest pê kiribû.

Desteyê projeya avakirina deriyan li têketina sûrê li aliyê kolanên El Mensûr û Seyf El Dewla ragihand.

Serferaz Şerîf diyar kir ku derî wê li gorî şêwaza mîmariya kevnar a ku bi beden û avahiya sûrê re lihevhatî ye were çêkirin û  xuyangê wê neyên guhertin.

Serferaz Şerîf bi domdarî got: "Ji bingeha berpirsiyariya Desteya Çand û Şûnwaran û hemû saziyên çandî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em her timî ji bo parastina deverên dîrokî ji hilweşînê didomînin. Di çarçoveya sererastkirina deverên şûnwarî de gelek xebat tên kirin. Yek ji wan sûrê dîrokî yê Reqayê ye ku di navbera 2014-2019’an de gelek caran hatibû hilweşandin. Di dawiya sala 2023’an de bi parastina parastina wê ji hiweşînê me li gorî qonaxan xebatên sererastkirina sûrê dabû destpêkirin."

Srferaz diyar kir ku wan îsal (2025) dest bi sererastkirina 3 xalan kiribûn û wiha domand: "Xala yekemîn Bab Bexdad (Deriyê Bexdayê) bû. Di vê xebatê de me herî û kelpîçên kevin ên xerab bûne rakirin û yên nû danîn. Me ji bo wê 275 mîtrekup kelpîçên herî û 85 mîtrekup kelpîçên qermîd bikar anîn."

Serferaz bi domdarî got: "Desteya Çand û Şûnwaran bi hevkariya Desteya Çandê ya Reqayê û Desteya Aborî û Şaredariya Gel a Reqayê hin alav ji bo domandinê xebatê pêşkêş kirin. Niha jî me dest bi avakirina deriyên sûrê kiriye. Xebatên sererastirina sûrê û avakirina deriyan li gorî şêwazê wê yê mîmarê yê berdewam dewam dike."

Serferaz anî ziman ku ji ber mercên ku Reqayê tê re derbas bûn, hin binpêkirin çêbûn û got: "Deste hewl dide hişmendiya civakî ya parastina sûrê bi pêş bixe. Di vê çarçoveyê de di demên dawîn de gelek hemle hatin lidarxistin. Bi armanca parastina mîraseya madî û manewî û paqijiya wê ku Sûrê Reqa jî di nav de ye dê hemleyên din werin lidarxistin. Her wiha dê tevkarî di navbera Şaredariya Gel a Reqayê û Desteya Çandê de hebe. "

(bb)

ANHA