Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 

Meclisa Jinan a PYD’ê li bajarê Şedadê semînerek li ser rola jinan di avakirina civaka demokratîk de li dar xist.

Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
Li Şedadê panela "rola jinan di avakirina civaka demokratîk" de 
9 îlon, 2025   15:18
HESEKÊ

Meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Şedadê semînerek bi sernavê “Rola jinan di qonaxên aştî û civaka demokratîk de” li dar xist. Semîner li salona meclisa bajêr bi amadebûna rêveberên saziyên bajar û çalakvanên jin bi rê ve çû. 

Di semînerê de rola jinan a çalak di avakirina civaka demokratîk de û pêşxistina rola jinan di qadên civakî û siyasî de hate nirxandin.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Rêveber a Komîteya Têkililyên Dîplomasî ya PYD’ê Menal Mihemed axivî û bal kişand ser rola jinan di nava civakê de û bibîr xist ku di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de bawerî û rola pêşeng ji jinan re hatiye dayîn. Menal, da diyarkirin ku ev rola Rêber Apo daye jinan, cihê wê di guhertina civakî û siyasî de mezin kiriye.

Di berdewama semînerê de Rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya kantona Cizîrê Neda Mihêmîd axivî û bal kişand ser giringiya azadiya jinan û xelasbûna wê ji qeydên civakî û got: “Adetên berê qeyd li ser tevgera jinan çêkiribûn. Rê ji jinan re nedihat dayîn ku tev li civakê bibin. Ev azadiya niha ya jinan gaveke sereke ber bi wekheviya zayendî ye.”

Di berdewama semînerê de nîqaş hatin kirin, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Di nav de rola jinan a avakar di hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hate vegotin.

Semîner bi nêrîn û nîqaşên li ser azadiya jinan bi dawî bû.

(dc)

ANHA