Desteya Çandê li dijî bikaranîna Logoya `Mîhrîcana Fîlm a Kobanê` rabû

Desteya Çandê ya Kantona Firatê li dijî bikaranîna navê Mîhrîcana Fîlm a Kobanê daxuyanî da û got ti eleqeyê wan bi wê mîhrîcanê re nîn e.

Desteya Çandê li dijî bikaranîna Logoya `Mîhrîcana Fîlm a Kobanê` rabû
15 îlon, 2024   14:02
KOBANÊ

Li dijî bikaranîna bê destûr a navê Komîna Fîlm a Rojava û bi logoya wan a Mîhrîcana Fîlm a Kobanê, Desteya Çandê ya Kantona Firatê rabû û diyar kir ku tu eleqeya wan bi wê mîhrîcanê re tune ye.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Şano ya Hîlala Zêrîn Perwîn Kerho ve hat xwendin.

Daxuyaniya Desteya Çandê bi vî rengî bû; " Weke tevahiya sazî û dezgehên çandî û hunerî yên kantona Firatê, ji bajarê Kobanê, bajarê lehengî û berxwedanê, bajarê rumet û tolhildanê Kobaniya  şehîdan em vê daxwiyaniyê bi were parve dikin. Bê guman weke çawa ku di dîroka kurd û Kurdistanê de hertim destanên mezin ji lehengî û qehremntiyê hatine  nivîsandin  ku mînakên wê kêm in di cihanê de, weke mînaka destan û lehengiya kela Dimdimê, destana Derwêşê Evdê û Edûlê ku eşqa xwe bi kurd û Kurdistanê re kirin yek. Dîsa mînaka destana Kawayê Hesinkar ku mirovahî ji zilim û tarîtiyê rizgar kiriye! mizgînıya azadiyê bi agirê Newrozê kiriye sembol û nîşaneya serkeftinê. Dîsa Kawayê Hemdemî Mazlûm Doxan û hevalên xwe bi berxwedana li zindana Amedê gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dunyayê ronî kiriye. Bê guman  çanda  berxwedanê hertim xwe zindî kiriye, domandiye, helbet berxwdana Kobanê bi ruhê nemir Arîn, Rêvan, Gelhat, Zehra Destina, Şervan Vîyan, hêrsa bi hezaran pakrewan û cangoriyan ku di oxira azadiyê de giyanê xwe feda kirin, li hemberî hêzeke wek mîna DAIŞ`ê serî rakirin û bûn mertal, cîhan bi tevahî ji tarîtî û xetereya tunebûnê rizgar kirin. Bûn nefeseke jiyanê ji tevahiya mirovahiyê re. rizgariya Kobanê bû rizgariya tevahiya cihanê.  

Bê guman felsefe û hêza azadiyê ya Rêber APO hêvî, bîr û baweriya bi berxwedan û serkeftinê  di hundurê van lehengan de dabû avakirin. Bi bawerî, armanc, cesareteke mezin ev ruh vejandin ku ji mirinê jiyaneke bi rumet avakirin.

Îro ji li Kobanê gelê me bi rumet li ser xaka xwe, bi azadî dijî û li mîrateya zarokên xwe û li nirxên wan yên ku bi xwîna pîroz hatiye parastin lê xwedî derdikevin. Her wiha gelê welatparêz li rêxistin, parastina cewherî jiyana ku cangoriyên azadiyê bi xwîna xwe ava kirine xwedî derdikevin.

Helbet weke tevgera çand û hunerê  li bajarê Kobanê rumet bi her awayî xebatên xwe didomînin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derdikevin. Bi parastina çanda xwe bi filklor û govenda xwe bi dengbêjî, stranên xwe dîsa bi şano, fîlmên xwe em di nava tekoşîneke mezin de ne da ku em di riya hunera xwe de vê qehremantî û destenên ji lehengiyê vegerînin miraseyekê ya hunerî,  wergerînin tabloyên ji bedewiyê û lehengiyê, wergerinin li ser dika şanoyê bikin awaz stran, helbest wergerînin fîlmên ku rastî jî layiqî her rondikek çavê dayik û bavên wan qehremanan be.

Mîhrîcana fîlmê ya 5`emîn ku li Ewropayê li ser navê Kobanê hate çêkirin û bi riya hin kesên ku tu têkiliya wan bi rastiya Kobanê re tune ye û bi tu awayî temsîla îradeya Kobanê û nasnameya Kobanê nake. Ji ber ku rengê Kobanê rengê netewî ye, rengê enternasyonalîstê ye, rengê Kobanê ji netew perestiyê dûre, bi dehan keç û xortên leheng yên kurd, ereb, tirk , suryan, ermen, çerkes, aşûr û bi dehan ji hevalên me yên enternasyonalîst ên ku xwîna xwe tevlî hev kirin û xwe ji bo Kobanê kirin mertalên zindî. Bi felsefeya neteweya demokratîk bawer kirin, meşiyan û ji wana hêz, baweriya bi vê felsefeyê şer kirin û ev şer gihandine serkeftinê. Gereke ev rastî ji aliyê tevahiya gelê me û raya giştî ya enternasyonalîst ya derve de û bi taybetî ji aliyê tevahiya hunermend û sînemageran ve bê zanîn ku Kobanê îro festîvalên xwe yên muzîk, şano, govend û sînemayê di nava dilê kobanê de li dar dixe û rojane di nava rastiya gelê xwe de jiyan dike. Wê vî mîrasî hertim zindî bihêle û wê bi riya hunera rast ya şoreşê hertim dîrokê zindî bihêle.

Dîsa mînaka girêdana rast a bi Doza kobanê û gelê Kobanê re di gelek kesayetên hêja û bi rûmet ên li Bakurê Kurdistanê derkete holê. Di oxira doza Kobanê de bi dehan salan hukum li wan hatin birîn lê di dadgehan de dengê wan bilind bû, ev doza ji bo xwe weke cihê rûmetê  û şehnaziyê dîtin.

 Banga me li tevahiya hunermendan û bi taybetî tevahiya sînemagerên kurd, cihanê yên enternasyonalît, ku bi rêyên sexte neyên xapandin û rastiya van kesên ku dixwazin navê Kobanê bi kar bînin têxin bin xizmeta berjewendiyên xwe yên madî û nijadpersetî, nas bikin û xwedan helwesteke tund bin.  

Careke din em di wê baweriyê de ne ku hemû sînemager û hunermendên me yên ku rêya rast de dimeşin  ji wan re aşkera bûyê wê xwe ji wan dûr bixin, wê xwe li dora temsîla Kobanê ya rast bikin xelek û wê li rastiyê xwedî derkevin.

Hûnera bi xwîna lehengan hatiye hunandin wê li ser axa Kobanê ya piroz her û her zindî be. Xwedîyên Kobanê ne ku xwîna xwe ya zelal feda dikin."

(EKÎP)

ANHA