Desteya Çand û Şûnwaran navendeke dîrokî sererast kir

Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê xebatên sererastkirina navendeke ku lêkolîner lê diman, bi dawî kir. Navend dê ji bo lidarxistina civîn û pêşwazîkirina şandeyan bê bikaranîn.

1 nîsan, 2025   06:05
REQA
MIHEMED XELÎL

Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê bi hevkariya rêxistineke çandî xebatên jinûve avakirina navenda lêkolîner û arkeologên Alman a li girê dîrokî yê Til Beyayê bi dawî kirin.

Navend ji 10 odeyan pêk tê û wekî cihê bêhnvedanê dihat bikaranîn.

Girê dîrokê yê Til El Beyaa ku bi navê Totol jî tê naskirin, li bakurê rojhilatê Reqayê ye. Gir yek ji kevntirîn şûnwarên li kantona Reqayê ye û mîrateya çandî ya şaristaniyên akadî, asûrî û mîtaniyan dihewîne.

Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê bi hevkariyeke rêxistineke çandî, qubeyên navendê yên qelişî, dîwar û banê wê sererast kirin. Her wiha hewş û zemîna odeyên wê qermît kirin û metbex û cihên avê jî hatin sererastkirin û deriyên wê nû kirin.

Dîrokzan û lêkolîner Mihemed El Ezo jî diyar kir ku komîteyê ji bermahiyên ku çeteyên DAIŞ’ê li dû xwe hiştibû, 2 mozaîk rizgar kirin. El Ezo da zanîn ku koma lêkolînerên Alman ji 20 kesan pêk dihat û di salên 1980’yî de karê vekolandina şûnwarê kir û 6 salan li Sûriyeyê ma.

Mihemed El Ezo diyar kir ku sererastkirina navendê di çarçoveya parastina deverên dîrokî de pêk tê. Her wiha anî ziman ku deste xebatên xwe yên parastina cihên dîrokî didomîne û got: "Ev navend dê bibe navendeke rewşenbîriyê û pêşwazîkirina lêkolîneran û cihê danasîna cihên dîrokî yên li Reqayê. Her wiha dê rewşenbîr û eleqedarên dîrok û şûnwaran ji bo serdanê werin vexwendin."

(bb)

ANHA