Bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk - Xeyrî BARAN

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê, bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî kir.
Ji ber ku herî zêde Rêber Apo dîrok û rastiya Rojhilata Navîn bi awayekî zanistî û felsefîk ji hev derxistiye, analîz kiriye û rêyên çareseriyê danîne.
Polîtîkayên sedsalî yên pergala modernîteya kapîtalîst a li ser vê herêmê xuya ye dê bi vê banga dîrokî re êdî wekî berê nemeşin.
Pergala kapîtalîst û hêzên serdest ên cîhanê beriya sed salî bi danîna sînorên netewedewletokan belayeke mezin anî serê gelên herêmê û bi gotineke din kirasekî ji agir li wan kir.
Bi avakirina desthilatdariyên zîhniyetên wan xirab, polîtîkayên komkujî, birçîbûn, sirgûn û hwd li ser gelan meşandin.
Vê yekê gel fetisandin û ji bo derketina ji vê rewşa xirab, li rêyên çareseriyê û kesên xilasker geriyan.
Têkoşîna Azadiyê û Rizgariya Neteweyî ya Gelê Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ya 50 salan, gelek guherînên girîng li herêmê pêk anîn.
Vê têkoşînê çav û mêjiyên gelên herêmê vekirin, ew hişyar kirin û li dijî vê nîzama koledar a li herêmê hatiye avakirin ew xistin nava lêgerîn û lêpirsînê.
Gelên herêmê tenê xilasiya xwe di nirxên bingehîn yên mîna aştî, azadî û demokrasiyê de dibîne. Ji bo pêkanîna vê yekê jî têkoşîneke dijwar divê. Ev têkoşîn jî li Kurdistanê hate meşandin û rê li şoreşa zîhnî ya Rojhilata Navîn vekir.
Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re êdî li Kurdistanê û hêrêmê tu tişt mîna berê nameşe. Tevî ku 2 meh derbas bûn jî li herêmê, bi taybetî li Iraq, Sûriye, Lubnan, Filistîn, Urdin û Tirkiyeyê bandora vê banga dîrokî bi zelalî tê dîtin.
Ji rêxistinan bigire heta bi dewletan niha her kes vê bangê nîqaş dike û dixwazin li gorî vê dema nû rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin.
Heta ku Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq pirsgirêka Kurd çareser nekin, ji krîz û qeyranên aborî, civakî û siyasî xilas nebin. Şertên sereke û bingehîn ên demokratîkbûna van dewletan û pêşdeçûna wan naskirina rastiya gelê Kurd e. Ji ber ku ev dewlet êdî nema dikarin bi vî barê giran hilgirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst jî ku di avakirina pirsgirêka Kurd de xwedî rol û berpirsyariyeke sereke ye, ew jî êdî nema dikare vî barî hilgire. Ji ber vê rastiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd êdî wek mijareke lezgîn li pêşiya her kesî ye.
Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi demokratîkbûna van dewletan e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo vê yekê rê nîşan dide. Ji bo ku nexweşî, nîjadperestî û faşîzma ku bingeha xwe ji zîhniyeta netewedewletê digire êdî bê derbaskirin, divê naveroka banga dîrokî ya Rêber Apo baş were fêmkirin.
Bi vê banga dîrokî dê Rojhilata Navîn ji nû ve li koka xwe vegere, ew aştî, azadî û demokrasiya ku bi sedan salan e jê dûrketiye, careke din bigihêjê.