Xelkê Qamişlo sersaxî da malbata şervana YPJˊê Narvîn Hogir

Xelkê Qamişlo sersaxî da malbata şervana YPJˊê Narvîn Hogir û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

24 nîsan, 2024   20:27
QAMIŞLO

Xelkê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şervana YPJˊê Narvîn Hogir. Konê sersaxiyê li pêş mala wê ya li taxa Hilko hat vedan.

Şervan Dîlan Derwêş (Narvîn Hogir) di 22ˊyê Nîsanê de di qezayekê li kantona Firatê de şehîd bû, vê sibehê xelkê Qamişlo cenazeya wê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn Îbrahîm axivî û got: "Di şexsê şehîd Narvîn de em şehîdên Qereçox û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û diyar dikin ku fedakariyên wan badilhewa naçin."

Endama Kongra Star Yasmîn Îsa sersaxî da malbata şehîd û hevrêyên wê û got: "Jinên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe li ser şopa şehîdan in."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî li ser êriş, komplo û lihevkirinên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û gelên herêmê axivî û got: "Mîna plan û komployên berê ew ê li hember berxwedan û têkoşîna keç û xortên herêmê têk biçin."

Sofî soz da ku heta pêkanîna armancên şehîdan li ser şopa wan bin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Merasîm bi diruşma ˊŞehîd Namirinˊ bi dawî bû.

(fr)