Çeteyên dewleta Tirk gundekî Minbicê topbaran dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Qerwêran ê Minbicê topbaran dikin.

Çeteyên dewleta Tirk gundekî Minbicê topbaran dikin
5 gulan 2024   13:53
MINBIC

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Qertwêran ê dikeve rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir heta niha 15 guleyên obîsan avêtin qadên sivîlan ên gundê Qertwêranê.

Derbarê encamên topbaranê de heta niha agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA