Di êrişa li Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundewarên Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn. Di êrişê de 13 seriyên pez jî telef bûn.

Di êrişa li Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn
Di êrişa li Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn
18 gulan, 2024   15:11
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker îro gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kirin.

Welatiyên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin, hatin hedefkirin. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.

Zarokên ku birîndar bûne ji gundê Ewêce yê Helebê ne.

Li gorî xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn rewşa Duha Hesen (16) û Xedîce Îsmelî (15) baş e û şandine malê. Meter Îbrahîm ji lingê xwe ve birîndar bûye û hîna di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Meter Îbrahîm diyar kir ku wî li nava zêviyan paletiya kemonê dikir, di wê kêliyê de topbaran pêk hat û got: "Ez û birayê xwe birîndar bûn. Rewşa birayê min giran e. Em gelekî tirsiyan. Ji bo debara jiyanê em çûn palehiyê.”

Faris Îbrahim ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye, rewşa giran e û niha di çavdêriya awarte de ye.

Her wiha di topbarana li ser gundê Um Hoş de zêdetirî 13 seriyên pez ên welatiyê bi navê Xidir Sihod telef bûn.

(zş/bb)