Dema hewl da şewatê vemirîne jiyana xwe ji dest da

Şêniyekî gundê Dêrna Qelnka yê Tirbespiyê dema hewl dida agirê bi zeviyên gund ketiye vemirîne, birîndar bû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Dema hewl da şewatê vemirîne jiyana xwe ji dest da
20 hezîran 2024   13:34
QAMIŞLO

Roja duşemê agir bi zeviyên gundê Dêrna Qelnka yê Tirbespiyê ketibû. Şewat gihaştibû dora malên gund. Şêniyan hewl da şewatê vemirîne. Di wê hewldanê de şêniyê bi navê Mesûd Eyûb (46) birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke Dihokê ya Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan, Mesûd Eyûb vê sibê jiyana xwe ji dest daye.

Hefteya borî gelek rapor têkildarî xetereyên şewitandina zeviyan piştî çinînê hatibûn amadekirin. Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 30`ê Nîsanê biryarek derxistibû ku nabe tu kes piştî çinînê zeviyan bişewitîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şewata ku Mesûd Eyûb tê de birîndar bûbû, ji ber şewitandina zeviyan a piştî çinînê derketibû. 

(şx)

ANHA