Dema hewl da dayika xwe xelas bike jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî ji bajarê Eyn Îsayê dema hewl da dayika xwe ji şewatê xilas bike, jiyana xwe ji dest da.

Dema hewl da dayika xwe xelas bike jiyana xwe ji dest da
24 tebax 2024   14:53
EYN ÎSA

Ciwanê bi navê Wedah El Midehî dema hewl da dayika xwe ji şewata li malê wan xelas bike, birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçegihanê me yê Eyn Îsayê, roja înê piştî nîvro ji ber teqîna babûrê agir bi malekê ket û gelek endamên malbatê birîndar bûn.

Hate zanîn ku rewşa dayikê giran e û li nexweşxaneyeke Reqayê tê dermankirin.

(şx)

ANHA