Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan

Di çalakiyên şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan de bang li tevahî jinan hat kirin ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê mezin bikin.

Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
Li gelek navendan hêrsa li dijî êrişa li ser rojnamevanan
24 tebax 2024   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh li bajarê Silêmaniyê erebeya rojnamevanan bombebaran kir. Di encamê de kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Der barê êrişê de Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de pankartên “Na ji binpêkirina azadiya çapemeniyê re", "Bi hev re li dijî tundiya li ser jinan" û "Qetilkirina jinan qetilkirina mirovahiyê ye" hatin vekirin.

Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan li bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê, bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û kantona Efrîn-Şehbayê bi beşdariya bi dehan jinan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser rojnamevanan hat şermezaririn. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî jinên têkoşer hewl dide îradeya wan bişkîne û wiha hat domandin: "Êrişên wiha îradeya jinan û berxwedana wan a li hemberî terora dagirkeran têk nabe. Lê îsrara jinan a berxwedanê zêdetir dibe."

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hemberî van êrişan hat şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna şêniyan û endamên meclisê ji aliyê rêvebera Komeleya Perwerdeyê Şenhaz Ebdo ve hat xwendin.

Şehnaz diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê li dijî gelên herêmê didomîne û got, bi êrişa li ser rojnamevanan hewl dide rastiya sûcên xwe yên li dijî gelan dike binixumîne.

Şehnaz destnîşan kir ku hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Bang li her du hikumetan hate kir ku erkên xwe yên exlaqî û nîştimanî pêk bînin û dawî li êrişan bînin. Her wiha bang li gelê Başûr jî kir ku li ber van êrişan rabin.

KOBANÊ

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û rojnamevanên jin, li dijî êrişa li hember rojnamevanan nerazîbûn nîşan dan û banga hestiyariyê li hemû saziyên mafên mirovan kirin.

Daxuyaniya Koordînasyona Jinan ji aliyê Berdevka Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Sozdar Mehmûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Wekî ku her kes dizane dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya qirkirin û înkarkirinê de îsrar dike. Kiryarên hovane li dijî mirov, xweza û zindiyan pêk tîne. Ev demeke dewleta Tirk a dagirker xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê parçe, parçe dagir dike û rojane welatiyan hedef digire. Kesên ku vê rastiya dewleta Tirk hem bi gelê Başûrê Kurdistanê re, hem jî bi gelê Kurd û qada navneteweyî re parve dike, çapemeniya azad û rojnamevan in. Weke ku her kes dizane rojnamevan li çar aliyê cîhanê, her roj jiyana xwe dikin xeteriyê da ku rastiya bûyerên ku diqewimin ji raya gîştî re vebêjin û binpêkirinan ronî bikin.

Armanca vê êrişê bêdengkirina dengê rastî û heqîqetê û rawestandina pênûsê ye. Em jî weke koordînasiyona Jinan a Rêvebiriya Xweser êrîşa li ser rojnemevanan şermezar dikin, ji malbatan re serxaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.

Em wek Koordînasyona Jinan, li hember vê bûyerê bê bertek namînin û em ê têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn û hemû şehîdan bikin bingeha xebat û têkoşîna jiyana azad. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin. Banga me ji bo federasiyon, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan re ew e ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest."

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî der barê êrişa li dijî rojnamevanan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya kombûnê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna bi dehan endamên kombûnê hat dayîn.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Nûrşan El Îsa daxuyanî xwend.

Nûrşan El Îsa diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya ku jinan û hewldanên wan ên teşhîrkirina pergalên çewsîner rastî hewldanên bêdengkirin û çewisandinê tê, şehîdxistina Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî di vê çaçroveyê de tê.

Nûrşan got şerekî topyekun li dijî şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî " tê kirin û bang li tevahî jinan kir ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bin yek û li hemberî êrişan bisekinin.

Meclisa Ragihandinê ya TEV-DEM’ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî rojnamevanan hat şermezarkirin û hate gotin: "Di lîsteya cîhanê ya têkildarî binçavkirin û revandina rojnamevanan de dewleta Tirk di rêza sêyemîn de ye. Dewleta Tirk di bin navê faîl nenas in de bi hezaran rewşenbîr, rojnamevan û têkoşerên gelê me qetil kirin. Dewleta Tirk ne tenê li ser gelê me, lê belê li ser tevahî mirovahiyê xetere ye. Divê hemû demokrat û saziyên navneteweyî li Dadgeha NY’yê hesab ji rayedarên dewleta Tirk a faşîst bipirsin."

Di daxuyaniyê de hate gotin "Şehîd Gulistan û Hêro û tevahî şehîdên heqîqet û azadiyê wê di wijdanê me de bimînin. Em ê têkoşîna wan a lêgerînê li heqîqetê bidomînin."

(bb)

ANHA

eyn isa