DEM Partî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re wê serlêdanê bike

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, wê serî li Wezareta Edaletê bidin.

DEM Partî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re wê serlêdanê bike
26 mijdar, 2024   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li civîna koma Meclîsê ragihand ku ew ê ji bo çûyîna Îmraliyê, serî li Wezareta Edaletê bidin. 

Bakirhan got, “Îro jî di koma MHP’ê de hate axaftin. Lê bawer bikin ku me amadekariyên xwe kiribûn. Yanî aqlê têkildarî çareseriyê carna bi heman rengî dixebite. Em ê bi Hevserok Tulay re îro ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi Birêz Abdullah re bikin, serî li Wezareta Edaletê bidin.”