Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava: Em ê bi hev re jiyaneke bê tundî ava bikin

Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava diyar kir ku ji destpêka dîrokê heta niha dewletên desthildar her xwestine mafê jinan bin pê bikin. Lê emê Îro bi rêya felesfe û zanistê jiyaneke bê tundî ava bikin.

Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava: Em ê bi hev re jiyaneke bê tundî ava bikin
26 mijdar, 2024   13:49
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava têkildarî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin a navnetewî li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna xwenekar û mamosteyan hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Arîn Mihemed ve hate xwendin.

Arîn Mihemed diyar kir ku ew di ew bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin têkoşîna xwe li diji tundiya li ser jinan nû dikin, ji sedên salan ve heta roja îro dewletên desthilatdar, hegemon, ên xwedî zîhniyeta zayendperest her xwestine jinan bê bandor û tune bihêlin, mafên wan bin pê bikin û got: “Emê di bin felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de xwe diparêzin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di her roj û kêliyê de li ser piyan bin.”

Arîn Mihemed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe rêxistinên jinan hemû li gel hev kom kirin, jinên Kurd di qadên siyasî, perwerde û ji bo pêşxistina civakê gelek xebatan didin meşandin. Xebatê wan li cîhanê deng veda û bala her kesî kişand. we deng li cihanê vedane û bala her kesf li ser xwe dikişîne. Armanca bingehîn ew e ku em têkoşîna xwe bidomînin.”

Arîn Mihemed destnîşan kir ku jin li ku devera cîhanê bibe bila bibe, ger rastî tundiyê bê em piştgiriya wê dikin. Banga me banga azadiya jinên ji pêkhateya Ereb, Ermen, Suryan, Alman, Efxanistan, Hindistan û hemû jinên cîhanê ye.

Arîn Mihemd da zanîn ku ew bi hev re anku hemû endamên zanîngehê ji bo avakirina hişmendiyeke wekhev û azad têkoşîna xwe bilind bikin. Di rêya felesfe û zanistê de em jiyaneke bê tundî û desthilatdarî ava bikin.

ANHA