Ji malbatên ’Pêşermgeyên Roj bang: ’Xiyanetê nekin

Malbatên ˊPêşmergeyên Rojˊ bang li zarokên xwe kir ku çekê bavêjin, êdî xiyanetê li gelê xwe nekin, vegerin warê xwe û nekevin nava planên dewleta Tirk a dagirker.

Ji malbatên ’Pêşermgeyên Roj bang: ’Xiyanetê nekin
28 gulan, 2024   07:35
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze komên ˊPêşmergeyên Rojˊ li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bike û wan wek çete li dijî gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi kar bîne. Têkildarî wê, malbatên çekdarên ˊPêşmergeyên Rojˊ bi rêya ajansa me bang li zarok û birayên xwe kir.

Welatiyê bi navê Enwer Mihemed Cafer (54) ê ji Qamişlo ku kurê wî di 16 saliya xwe de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûbû ji ajansa me re got: "Dema ku kurê min tev li 'Pêşmergeyên Roj' bû ew biçûk bû. Her Kurdê ku dijmintiya birayê xwe yê Kurd bike em li dijî wî ne. Eger ji te xwestin tu dijmintiya birayên xwe yên Kurd bike, çekê xwe bavêje û ji wan cuda be."

Ji heman bajarî, Yûsif Ebdulbarî Mihemed (42) bang li birayê xwe Ebdulbarî yê ku ji destpêka damezirandinê ve tev li "Pêşmergeyên Roj" bûye kir ku çekê xwe bavêje. Yûsif Ebdulbarî destnîşan kir ku rewşa birayê wî ne baş e.

ˊXAPANDINA CIWANANˊ

Yûsif diyar kir ku birayê wî bi wan hat xapandin. Yûsif anî ziman ku dema ku ew tev li wan bûye, wan jê re gotibû ku ew girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne û got: "Lê belê em dibînin ku ew girêdayî dagirkeriya Tirk in."

Yûsif xîtabî birayê kir û wiha domand: "Em li dijî şerê li dijî gerîlayan in. Gerîla birayên me û pêşengên me ne. Ez nahêlim birayê min li dijî wan şer bike û xiyanetê li gelê xwe bike."

Ehmed Hisên Elî (54) ku kurê wî Serbest di 2012'an de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûbû diyar kir ku kurê wî destpêkê dizanibû ku ew tev li hêzên Başûrê Kurdistanê bûye, lê belê paşê nas kir ku ew tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûye.

Hisên diyar kir ku rewşa kurê wî xerab e û ji 20 mehan ve muçeya xwe nestandiye.

Hisên destnîşan kir ku Kurd tev bira ne û got: "Ez li dijî her Kurdekî me ku şerê birayê xwe yê Kurd dike. Pêwîst e em hêzên xwe bikin yek û bi azadî li ser xaka Kurdistana yekbûyî bijîn. Ev daxwaza her Kurdekî ye, ji ber ku dema dijmin êriş bike cudahiyê naxe navbera me û her kesî dikuje."

(mh)

ANHA